Hevpîşe û malbata Hêro û Gulistan: Em ê şopa şehîdên rêya azadiyê bidomînin

Salek di ser şahadeta du rojnamevanên azad Gulistan Tara û Hêro Behadîn re derbas dibe. Hevpîşe û malbatên herdu cangoriyan diyar kirin ku wê xebatên xwe bidomînin û gotin: “Em ê şopa şehîdên rojnamevanên azad bidomînin.”

HÊLÎN EHMED

Silêmanî- Di hemû rewşan de jin ji aliyê hêzên desthilat û dewletên dagirker ve tên hedefgirtin. Di rojek wek îro de pêşengên çapemeniya azad Gulistan Tara û Hêro Bahadîn, di 23’yê Tebaxa 2024’an de li Herêma Federal a Kurdistanê li bejahiya Seyîdsadiq a bajarê Silêmaniyê bi balafirên bêmirov ên dewleta Tirk hatin hedefgirtin û di encamê de jiyana xwe ji dest dan.

Gulistan Tara

Gulistan Tara di sala 1983’yan de li bajarê Êlihê yê Bakurê Kurdistanê di nav maleke welatparêz de çavê xwe li jiyanê vekir. Piştî lêgerîna wê ya heqîqetê, di meha Gulana 1999’an de hemû jiyana xwe fedayî têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û Kurdistanê dike. Gulistan weke jineke têkoşer di qadên cuda de ji bo azadiya gel, welat û jinê xebat meşandiye û têkoşiyaye.  Di sala 2000’ê de tevlî xebatên ragihandinê dibe û di vê rêwîtiya dirêj ya 24 salan a ragihandina azad li deverên cuda yên Kurdistanê de, wê bê westan ji bo gelek sazî û dezgehên ragihandinê xebat meşandiye. Li Başûr û Rojavayê Kurdistanê, bi kameraya xwe bi hemû reng û aliyên xwe ve kolan bi kolan tomar dike û bi pênûsa xwe xizmeta azadiya jinan û gelê xwe dike.

Hêro Behadin

Hêro Behadîn, di sala 1992’yan de li bajarokê Erbet a parêzgeha Silêmaniyê jidayîk dibe. Hêro beşa endazyarî ya Zanîngeha Polîteknîk a Silêmaniyê qedandiye. Di sala 2018’an de li Kampanyaya Çatir weke rojnamevaneke azad dest bi xebatên ragihandinê dike. Hêro endama Desteya Weşanê û di xebatên di warên weke teknîka kamera, montaj, grafîk dizayn de dixebitî. Ew qet li ser mafên jinan û rojnamevanên jin bêdeng nemaye. Ew parêzvaneke bihêz ya etîka rojnamevaniyê bû.

Ji bo bîranîna herdu cangoriyan Hêro Behadîn û Gulistan Tara em serdana heval û hevpîşyên wê li cihê lê kar kirine, dikin da ku bizanin herdu cangarî ji bo derxistina rastî û heqîqetê çawa dixebitin.

‘Şehîd Hêro her tim li gel jinan bû’

Rojnamevan, heval û hevpîşeya Hêro Behadîn Soma Xalid wiha behsa şêwazê karkirinê li gel Hêro dike: “Şehîdkirina herdu jinên rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Behadîn a di 23’ê Tebaxê de ji aliyê dewleta Tirk ve pêk hat. Pênûsa wan ji bo ronîkirina rastiyê dixebitî. Bi rêya pênûsa xwe gendeliyên desthilat û geşedanên rojane radixistin ber çavê gelê başûrê Kurdistanê. Ez di şirketa Çatir de wek pêşkêşkarek dixebitim. Ji sala 2019’an ve ez Şehîd Hêro nas dikim. Bi rêya kar û çalakiyan em her tim li gel hev bûn. Şehîd Hero wek jinek azad her tim li gel jinan bû. Her tim hewla wê ji bo alîkarîdayînê hebû. Têkildarî pirsên jinan kar dikir. Hêro tevî ku di beşa montajê de dixebitî, piştî temamkirina her bernameyekê kêmaniyê ku dihat dîtîn rexne dikir û ji bo derbaskirina wê dibû alîkar. Bi rêya rexneyan hewl dida ku kar bi şêwazê herî baş bidome û ji bo TV were weşandin. Her tim têkildarî feraseta mêr û pergala amûrkirina jinan û desthilatê dixebitî. Bi rêya fikir û hevdîtinan pirsa başûrê Kurdistanê radixist ber çavan. Li her cihê ku pêwîstî bi alîkariya wê hebû, alîkarî dikir. Her tim bi rêya proje û fikrên xwe karê me xweşiktir û baştir dikir. Dema me bi hev re kar dikir, dizanî ez bi amadekariyên bernameyê ve mijûl im, diçû studyoyê çavdêrî dikir ku hemû tiştên bernameyê temam e an na. Her tim alîkariya me hemûyan dikir.”

‘Ez nahêlim pênûsa wan bikeve erdê’

Soma Xalid di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku ewê rêya heqîqetê bidomîne û got: “Min her tim serdana Hêro û hevalên di şirketê de dikir. Tu deman li dijî min helwest nedanî. Her tim wek hevalekê li min temaşe dikir. Hêro kesayetek hêmîn û li ser xwe bû. Ji derveyî karê xwe her tim hewl dida derbarê karên din de jî agahiyan bigre. Hewla pêşxistina karê rojnamegerî û teknîkê dida. Hêro her tim hewl dida xwe bipêş bixe. Herdu şehîdan li pey azadiya ramanê jiyana xwe feda kirin. Dewlata dagirker û desthilatên başûrê Kurdistanê ji bo bêdengkirina jinan û qetilkirina jinên azadîxwaz û ragihandina azad didin, herdu jinên rojnamevan qetil kir. Ezê wê li ser rê û rêbazê şehîdan bidomînim. Ez nahêlim pênûsa wan bikeve erdê û xebatên rêya heqîqetê wê bidomînim.”

‘Em xebatên Gulistan û Hêro bidomînin’

Rojanmevan û hevpîşeya Gulistan Tara û Hêro Behadîn Şeyda Reûf wiha behsa şêwaza kar a Hêro û Gulistan kir: “Min li ba herdu şehîdan kar kir. Şehîd Hêro ciwanek li ser xwe bû. Dema sibehan dihat kar bi ruhek germ û geş rojbaş dida hemû kesî. Her tim bi pêşniyarên kar hewl dida xwe bipêş bixe. Dema beşdarî planên rojane dibû bala min dikşand ewqas bi dilsozî dixebitî, her tim pênûs û lênûs li ba wê bû, hewl dida ji bo pêşxistina kar, hevalên xwe bi rûxweşî rexne dikir, da ku bikarin bi awayek serkeftî karê xwe bikin. Her tim pêşniyarên wê hebûn. Dilê kesî nedihişt. Ger di karê wê de jî kêmaniyek derketiba, xwe rexne dikir û hewla pêşxistina xwe û hevalên xwe dida. Şehîdbûna Hêro valatiyek mezin di kar û di nava me de çêkir. Lê belê bi heman hêzê em ê xwebatên xwe bidomînin. Her wiha şehîd Gulistan Tara tevî ku westana wê di çavê wê de diyar dibû, hertim çavê wê dibiriqî. Her tim hêviya azadiyê di rûyê wê de dihat dîtin. Dema ku xeletiyek bidîta digot karê xwe baş e lê belê hûn dikarin hê baştir bkin. Di planên rojane de her tim wek hevalek bû. Rojekê ji me acîz nedibû. Her tim hewla bihêzkirina me dida.”

‘Her tim moral dida me’

Di dawiya axaftina xwe de Şeyda wiha got: “Her tim min ji heval Gulê re digot, ez hêz û moral ji çavên te digrim. Ew xebatkarek bû ji bakurê Kurdistanê ji bo gihandina dengê heqîqetê hatibû başûrê Kurdistan. Tevî vê desthilata zordest, her tim xebat ji bo dengê azad û heqîqetê dikir. Her tim moral dida me. Bê cûdahî ji bo azadiya jinê xebat dikir. Piştî şehdîkirina herdu hevalan me bi biryartir û bi karên baş bersîva dagirkeran da ku emê xebatên xwe bidomînin. Tu deman ragihandina azad bi êrîşên dijminan nasekîne. Em ê xebatên hevalên rêya azadiyê bidomînin.”

‘Gulistan Tara perçeyek ji rihê min bû’


Rojnamevan, heval û hevpîşeya Gulistan Tara Şoxan Mîrza wiha behsa kar û kesayeta Gulistan Tara kir: “Gulistan perçeyek ji rihê min bû. Xebata şehîd Gulê li gel me her tim weke perwerde bû. Her tim hewla pêşxistina me dida. Hewl dida bi awayê herî baş dengê heqîqetê û rastiyê bigihînin. Têkoşîna şehîd Gulsitan li beramberî pirsa jin û rastiya jinê di karên xwe de dida der. Her tim hewlek ji bo hebûna jinek azad dida. Armanca wê gihandina heqîqeta jinê bû. Piştî ku jiyana xwe ji dest da her tim min hewl da li ser rêya wê bimeşim. Ez zarokek bûm dema hatim ragihandina azad, wê destê min girt û bi wî fikrî ez mezin bûm. Em li ser fikrê şehîd Gulistan bin. Bi awayek fîzîkî belkî me ji dest dabe, rojane fikrê wê li gel me ye. Her wiha Hêro kesayetak nerm û dilsoz bû. Bi fikr û rexneyên xwe ragihandina azad bipêş dixist. Her tim hewla pêşxistinê dida. Hewl dida kar bi awayê herî baş bê kirin. Ragihandina azad xwedî rola gihandina fikrê azad e, ji ber wê her tim tê hedefgirtin.”

‘Êşên me hîs dikir’

Hevala Gulistan Tara û Hêro Behadîn, Enham Fazil Şeban wiha behsa kesayeta wan kir: “Heval Gulê dema sibehan dihat, serdana min dikir digot rewşa te çawane, li gel min wek hevalekê bû. Pirsa hevalên min dikir. Xwedî kesayetiyek nerm, nizim û li ser xwe bû. Her tim êşên me hîs dikir. Hewla çareserkirina pirsgirêkên me dida. Şehîd Hêro dihat ji bo çay bigre, ewqas bi hêvî û li ser xwe bû, ger pişta min jî lê bûya min dizanî ewe. Ji ber kesayetek nerm bû. Bêdeng karê xwe dikir. Hêro jinek bi îrade û hêz bû. Bi morelek mezin karê xwe dikir. Ew dê her tim di dilê me de zindî ne.”

‘Her tim hewla xwendinê dida’

Xwîşka Hêro Behadîn Bêrîvan Behadîn wiha behsa jiyana li gel Hêro Behadîn kir: “Hêro kesayetek paqij û spî bû, nerm û li ser xwe û dilnizm bû. Hemû mamoste û hevalên wê gelek jê hez dikirin. Em pê serbilind in. Di mal de her tim alîkariya me hemûyan dikir. Gotinên wê her tim cihê xwe digirtin. Bavê min her tim guh dida gotinên Hêro. Hêro jinek têgihîştî bû, her tim hewla xwendinê dida. Di xwendina xwe de serkeftî bû. Hemû qonaxên xwendinê bi serkeftî temam kir. Dema ez û xwîşka xwe me di xwendinê de dereceyên kêm dianî wê alîkariya me dikir. Dema em rastî pirsgirêkan dihatin wê alîkariya me dikir. Gelek bîranînên me hene. Biranîna me ya herî xweş ewe ku dewreke taybet ya melevaniyê dîtibe, her tim di geştan de me bi hev re melevanî dikir, qet ez ji bîr nakim, dema navê Hêro ji bo zanîngehê hat di sala 2010’an de gelek kêfxweş bû em hemû gelek kêfxweş bûn, birayê min jê re telefonek zîrek anî. Gelek kêfxweş bû heta sibehê raneza. Ji bo min û xwîşka min lîstok dianî xwar û me dileyîst. Her çend me bawer nedikir ku Hêro me bihêle, lê belê xudayê mezin Hêro bir. Heftiyek beriya bûyer biqewime me biryara geştê dabû. Ji ber gelek ji melevaniyê hez dikir digot em biçin melevaniyê. Li ser kar bi malbatê re diaxivî digot cihekê amade bikin ji bo geştê û melevaniyê. Em li benda bavê min bû biryar bide. Ji ber bavê min nedikarî me bibe em neçûn. Hêro li gel havalên xwe ji bo karê ragihandinê serdana Hewreman kir.”

‘Ji zarokan gelek hez dikir’

Bêrîvan Behadîn di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Hêro bi awayek taybet nêzî zarokan dibû. Her tim zarokên me li gel bû. Zarokan gelek ji Hêro hez dikirin. Dîmenê dawî yê Hêro di 18’ê Tebaxê de bû. Beriya çend rojan şehîd bibe dema ji kar zivirî şîrînahî ji bo zarokan anî. Gelek ji zarokan hez dikir. Hezkirinek wê ya teybet ji bo zarokan hebû. Her wiha Hêro zarokek gelek jîr bû. Tevî zanîngeh qedan her tim hewl dida bixwîne. Hêro beriya du salan dixwest dibîstana bilind ya beşê xwe bixwîne. Di 30’ê Tîrmeha 2024’an de ezmûna xwe ya dawî kir. Di ezmûnê de bi serkeftî bû. Birayê min dixebitî ku wê bişîne, lê belê wê ew belgename negirt.”